Li Bêrîtanya derzîkirina giştî ya li dijî vîrûsa Coronayê despê kir

Bîrîtanya ku welatê yekemîn bû rê da bikaranîna derziya li dijî vîrûsa Corona ku şirketa Pfizer/BioNTech çêkirî, îro dest bi lêdayîna derziyê ji bo giştî kir. Derzî di asta yekemîn de li dijî koma kesên metirsî li ser jiyana wan heyî hate dayîn.

Di vê çarçoveyê de, li bajarê Coventry jina 90 salî Margaret Keenan ku ji bo nexweşxanê hate rakirin, bû yekem kes li welat ku derziya li dijî vîrûsê bikar anî.

Derzî li dijî vîrûsê li 70 navendên Birîtanya tên lêdan.

Tenê li paytex Londonê 7 navend heye.

WHO ji bo welatên dest bi lêdana derziya dij vîrûsê kirî hişyarî da

Rêxistina Tenduristiya Cihanî ji bo welatên ku dest bi lêdana derziya li dijî vîrûsê kirî jî hişyarî da.

Rêxistinê daxwaz kir ku welatên dest bi karanîna derziyê kirî li gorî rêbera wan amedekirî tev bigerin.

Li vir dimenê koçberên tîgray dênin.

Li aliyekî din, Komîteya Navneteweyî ya Xaça Sor ragihand dibe ku 60 milyon kes dermanê vîrûsê bi destê wan nekeve.

Back to top button