Artêşa Nîştîmanî keştiyek ku Tirkiyê dişand Lîbya desteser kir

Hêzên Artêşa Nîştîmanî ya Lîbya, keştiyek ku dewleta Tirk dixwest alîkariyê pê bişîne ji çeteyên hikumeta Wifaq ya Ixwana Mislimîn re desteser kirin.

Berdevkê Artêşa Nîştîmanî ya Lîbya Ehmed El Mîsmarî li ser hesabê xwe yê medya civakî ragihand ku di keştiyê de 17 kes hene.

El Mîsmarî diyar kir ku wan hîna li ser vê yekê ti lîgerîn pêk ne aniye.

Dewleta tirk jî îdia dike ku di keştiyê de tenê derman û pêwistiyên jiyanî heye.

Keştiya ku hatî desteserkirin li bendera Ras El Hîlal hatiye rawestandin.

Balkêşe ku şetî bi ala komara Jamaika ya li başûrê Amerîkaye tevger dikir.

NY di Cotmehê de banga agirbestê li aliyên şer yên Lîbya kiribû û dest bi danustandinên siyasî kiribû.

Lê herdu alî li gorî peyamanê tevnegeriyan û leşkerê xwe ji xetên pêş venekişandin.

Yekşema derbasbûyî jî artêşa Nîştîmanî navendek ya mayîna leşkeran kontirol kiribûn.

Berdevkê Artêşa Nîştîmanî El Mîsmarî doh jî ragihandibû ku dewleta Tirk çek û çete ji bo piştevaniya hikumeta Wifaq ya Ixwana Mislimîn şandiye.

Back to top button