Li Til El-Ceabî a Hecînê aşek hat vekirin

Komîteya Aborî ya Meclisa Sivîl a Dêrazorê, li Til El-Ceabî a Hecînê, aşek vekir û amadekariyê dike ku firneyekê jî, li El-Şeafa veke.

Di rojên derbasbûyî de, firneyên gundewarên rojhilatê Dêrazorê ku hejmara wan 13 e, ji aliyê ard ve zehmetî dikişand.

Li gorî yek ji rêveberên aşan Şewket Mihemed, Gerînendetiya Aşan bi piştgiriya Komîteya Aborî ya Dêrazorê, bi teknolojiyên nûjen ku rojane 25 heya 30 ton ard derdixe, dest bi avakirina aşekî kir.

Aş pêdiviya 13 firneyên li gundewarên rojhilat bi cih tîne.

Di heman çarçoveyê de, Komîteya Aborî niha xebata avakirina firneyekê li gundê El-Şeafa yê rojhilatê Hecînê didomîne.

Tê payîn ku di dawiya Çileya sala bê de, firne bikeve xizmetê.

Her weha, xebata ji bo sererastkirina firneya gundê Hewame ku li rojavayê bajarokê Hecînê ye, didome.

Back to top button