Cîgirê Hevserokê Meclisa Efrînê Mihemed Ebdo anî ziman ku hikûmeta Şamê bi ambargoya li ser Şehbayê hewl dide îradeya gel bişkîne.
Mihemed Ebdo têkildarî ambargoya li ser herêma Şehbayê axivî û diyar kir ku rêxistinên mafên mirovan li hemberî siyaseta hikumeta Şamê ya li dijî gel, bêdeng e û got,
Her çiqasî li herêmê vîrusa Coronayê berbelav e û pêwîstî bi derman heye, lê dîsa jî rêxistinên navneteweyî bê deng in û gel li ber xwe dide.
Mihemed Ebo bang li rêxistinên navneteweyî kir, li dijî vê siyaseta hikumeta Şamê bê helwest nemînin û berpirsyariyên xwe bi cih bînin.