YPG: Li Til Hemîsê 4 çeteyên DAIŞ’ê hatin girtin

YPG’ê ragihand ku di encama operasyonekê de 4 çeteyên DAIŞ’ê li Til Hemîsê hatin girtin.

Navenda Ragihandina YPG’ê bi daxuyaniyekê diyar kir ku 6’ê Kanûnê Yekineyên Antîterorê li Til Hemîsê, li hemberî çeteyên DAIŞ’ê operasyonek li dar xist.

YPG’ê ragihand ku di encama operasyonê de 4 çete hatin girtin û miqdarek cebilxane û amûrên teknîk jî hatin desteserkirin.

Hêzên Ewlehiya Hundurîn li Minbicê 3 sextekar girtin

Li bajarê Minbicê jî duh 2 kesên ku bazirganiya dolarên sexte dikirin, hatin girtin.

Hêzên Asayîşa Minbicê jî diyar kir ku van sextekarana aliyê bazirganekî dikir ku wî jî dolarê Emerîkî yên sexte bi riya wan di nava pazarê de difrotin.

15 hezar dolarên sexte ji wan bazirganan hatin girtin û ew ji bo Dozgeriyê hatin şandin.

Back to top button