QSD’ê, Rûsya û Hikumeta Şamê hin lihevkirin li ser Eyn Îsayê kirin

Ji bo rawestandina êrîşên dewleta Tirk ên rojane ku li ser Eyn Îsayê pêk dihatin QSD’ê, Rûsya û hikumeta Şamê gihan lihevkirinrkê. 

Piştî civîna dawî ya di navbera fermandarên QSD’ê, serbazên ji rûs û hikumeta Şamê li baregeha Rûs ya li Eyn Îsayê lihevkirinek çêbû.

Li gorî hin agahiyên ji Eyn Îsayê hatin bi destxistin ku QSD’ê, Rûsya û hikumeta Şamê li hev kir ku 3 nuqteyên çavdêriyê yên hevbeş li derdor û hindirê Eyn Îsayê wê ava bikin.

Da ku êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê rawestînin û çavdêriya agirbestê bikin.

Lê heta niha tu daxuyaniyeke fermî ji QSD’ê der barê mijarê de nehatiye dayîn

Back to top button