El-Mismarî: Em bi Tirkiyê re di şerekî rasteqîn de ne

Berdevkê artêşa nîştimanî ya Lîbyayê Ehmed El-Mîsmarî piştrast kir ku welatê wî di rewşeke şerê rasteqîn bi dewleta Tirk re ye.

Di derbarê keştiya dewleta Tirk a duh ku artêşa nîştimanî ya Lîbyayê li hember sekiniye, derbasî herêma leşkerî ya qedexe bû.”

El-Mîsmarî ji Sky News re wiha destnîşan kir: “Ji 2016’an ve me qedexe kir ku heta keştiyên masîvanan ên Lîbyayê jî derbasî herêma leşkerî ya Lîbyayê bibin.

Lê belê em der barê derbasbûna keştiya Tirkiyê ji vê herêmê re matmayî man.

Ji ber derbasbûna keştiyê bêyî agahdarkirina parêzvanên peravên Lîbyayê, pêk hat. Me agahî ji keştiyê re şand, lê belê tu bersiv nedan.”

El-Mîsmarî wiha bi lêv kir: “Ji ber keştiya Tirkiyê derbasî herêma qedexe bû, hate desteserkirin, heta çek an jî madeyên qedexekirî hilnegirtin.”

El-Mîsmarî wiha gotina xwe bi dawî kir: “Em û dewleta Tirk di rewşeke şer de ne. Em li ser erdê li hember hev in û şer nasekinîn.

Lê belê me agirbest ji bo rêzgirtina li hember hewldanên navneteweyî xwestekên lîbyayî ya agirbestê, rawestand. Lê belê tişta tê dîtin jî berovajî wê ye. Ji ber Erdogan rojekê jî şandina çekan ji Lîbyayê re ranawestandiye.”

Back to top button