Ebid Mihbaş: Divê komîteyek ji bo sazkirina rêziknameya Rêveberiyê bê avakirin

Avakirina komîteyekê ji bo guhertin û sazkirina rêziknameya Rêveberiya Xweser weke pêşinyar, ji aliyê El-Mihbaş hat kirin. 

Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojihlatê Sûrî Ebid Hamid El-Mihbaş, ev pêşinyar ji Meslisa giştî ya Rêveberiyê kir.

El-Mihbaş da zanîn ku erka vê komîteyê, guhertin û sazkirina rêziknameya Rêveberiya Xweser li gorî derencama Kongreya Nîştimanî ya şêniyên Cizîr û Firatê ye.

Berî niha jî Seroka Desteya Rêveber a MSD’ê Ilham Ehmed gotibû ku, Rêveberê berpirsa pêkanîna biryarên kongreyê ye.

Kongre 25 Mijdarê li Hesekê ji bo pêşxistin û berfirehkirina xebatên Rêveberiya Xweser hatibû lidarxistin.

Back to top button