Xwepêşanderekî din jî tevlî karwana qurbanan bû

Li Başûrê Kurdistanê, xwepêşanderekî din jî di ber nedana mûçeyan de bû qurban.

Emîr Ubêd ji xwepêşanderên ku duh li navçeya Seyîdsadiq birîndar bûbû, ji ber giraniya birîna xwe, li nexweşxaneya beşa lezgîn a Silêmaniyê jiyana xwe ji dest da.

Heta niha di encama xwepêşandanên li dijî rewşa aborî de, 6 xwepêşander hatine kuştin û bi dehan birîndar bûne.

Ev tundî rastî şermezarkirina şandeya NY a alîkariya Iraqî (UNAMI) hat û bi daxuyaniyekê banga destpêkirina lêpirsîn û cezakirina bi temamî ya êrîşkeran kir.

Komîteya Ewlehî ya Bilind jî qedexeya veguhestinê di navbera navenda parêzgeha Silêmanî û navçeyên wê de ragihand.

Ew jî ji şeva Sêşemê û heta rojekê wê sepandî be.

Back to top button