Gerîlayên HPG’ê li navçeya Bazîdê ya Agiriyê li dijî wesayiteke zirxî ya artêşa Tirk çalakiyeke pêk anîn.
Di encamê de 6 leşkerên dewleta Tirk hatine kuştin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî çalakiyê daxuyaniyeke nivîskî weşand û ev agahî da;
21’ê Sibatê geriyalan li ser rêya gundê Zorava yê navçeya Bazîd a Agiriyê, li dijî wesayiteke zirxî ya bi tîpa kobra ya artêşa dewleta Tirk a dagirker çalakiyeke sabotajê pêk anîn.
Di encama çalakiyê de wesayita zirxî ya bi tîpa kobra hat teqandin û 6 leşkerên artêşa tirk hatin kuştin.
25’ê Sibatê jî, balafirên şer ên artêşa dewleta Tirk a dagirker, Girê Şehîd Şahîn ê herêma Zê û geliyê Ermûşê yê herêma Xakurkê yên Herêmên Parastinê yên Medyayê bomberdûman kirin.
Ji ber bomberdûmanê zerar negihîşt