Ebdulkerîn Omer: Nûnertiya me li 8 welatên derve hene

Hevserokê Buroya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Ebdulkerîm Omer diyar kir ku nûnertiya wan li 8 welatan heye, lewam dem hatiye statûya Rêveberiyê bi fermî bê pejirandin.
Omer da zanîn ku ew bêhtir giraniyê didin dîplomasiya bi gelan re, ji ber watedartir û mayîndetir e. 

“Dema naskirina Rêveberiya Xweser hatiye”, Ebdulkerîm Omer vê yekê dibêje û teqeziyê li ser rola çareserker a Rêveberiyê dike.

Têkoşîna li dijî terorê, Rêveberiya Xweser bi xwe re anî û pê re asta xebatên dîplomatîk geş bû û êdî şande li pey şandeyê berê xwe didin herêmê û projeya Rêveberiyê ji nêz ve dişopînin..

Hevserokê Buroya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Ebdulkerîm Omer da zanîn ku nûnertiya Rêveberiya Xweser li 8 welatan heye û hewl didin li Brîtanayê jî nûnergeha xwe vekin.

Ebdulkerîm Omer behsa rola Rêveberiya Xweser di nav platformên navneteweyî de kir, ku ew ji bo çareseriya aloziya Sûriyê gelekî giring e.

Dem hatiye Rêveberiya Xweser bi awayekî fermî bê naskirin

Lewra ji bo xebatên komîteya avakirina destûra nû ya Sûriyê, Omer xwest ku Rêveberî başdarî vê xebatê bikin û dem hatiye êdî statûya Rêveberiya Xweser bi awayekî fermî bê pejirandin..

KNK’ê jî pêwîstiyê bi vê yekê dibîne û di encamnameya civîna xwe ya 5 Kanûnê de eşkere kir ku fêmkirina statuya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û meşandina dîplomateke xurt ji bo wê, di plansaziya wan de ye.

Em hewl didin têkiliyên xwe bi wetatên Ereb re pêş bixin

Omer bal kişand ku ew hewl didin têkiliyên xwe bêhtir bi welatên Ereb re bi pêş bixin.

Her wiha nenaskirina statûya Rojavayê Kurdistanê ji aliyê hikumeta Başûrê Kurdistanê ve, cihê mixabiniyê dît.

Lê Omer teqez kir ku ji bilî PDK’ê, têkiliyên wan bi hemû partiyên din ên Kurdî re germ in.

Hevserokê Buroya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser destnîşan kir ku têkiliyên wan bi şandeyên ku serdana herêmê dikin jî berdewam in.

Em bêhtir giraniyê didin diplomasiya bi gelan re

Ebdulkerîm Omer anî ziman jî ku ew ji dîplomasiya bi dewletan re, bêhtir giraniyê didin dîplomasiya bi gelan re, ji ber watedartir û mayîndetir e.

Back to top button