PDK’ê dest bi girtina xwepêşanderan kiriye

Hêrsa gelê Başûrê Kurdistanê li dijî nebûna xizmetguzarî û nedana mûçeyan her ku diçe, gurtir dibe û hejmara xwepêşanderên kuştî bû 7. PDK’ê li dijî xwepêşanderan dest bi operasyoneke girtin û binçavkirinê kiriye. Heta bi birîndarên ku li nexweşxaneyan tên dermankirin jî, binçav dike.

Şeva borî li navçeya Pêncwên a Silêmaniyê welatî ji bo mafên xwe daketin qadan.

Xwepêşanderan destpêkê rêyên sereke yên navçeyê girtin, piştre baregehên PDK, YNK, Tevgera Goran, Yekgirtûya Îslamiya Kurdistanê, Komelya Îslamî ya Kurdistanê û Partiya Sosyalîst şewitandin.

Paşê mêvanxaneya qaymeqamtiyê, mala Rêveberê Deriyê Sînor ê Başmax Lîwa Merîwan û mala Rêveberê Bajarokê Nalparêz Hêmin Birahîm jî şewitandin.

Di dema xwepêşandanê de, pêşmergeyekî PDK’ê hat kuştin. Her wiha 4 xwepêşander bi çiftê hatin birîndarkirin.

Şêniyên taxa Bekireco ya Silêmaniyê jî hewl dan ku dakevin qadan, lê hêzên ewlehiyê rê li pêşiya vê yekê girt.

Rêveberiya Başûrê Kurdistanê li dijî sivîlên xwepêşander, dest bi girtin û binçavkirinê kiriye.

Li gorî agahiyên ku ji herêmê hatine bidestxistin, asayîşa PDK’ê xwepêşanderên birîndar li nexweşxaneyan binçav dikin.

PDK’ê duh êvarê jî li bajarokê Şêladiz ê Dihokê zêdeyî 10 kesan ku piranî ji êla Rêkanî ne, girtin û 1 jî birîndar kir.

PDK’ê li navçeya Qesrê ya Balekayetî jimareke ciwanên ku derketibûn xwepêşandanê, girt û heta niha çarenivîsa wan nediyar e.

NY tundiya Rêveberiya Başûr şermezar kir û banga lêpirsînê kir

Duh jî xwepêşanderê bi navê Emîr Ubêd ku di xwepêşandana li navçeya Seyîdsadiqê de birîndar bûbû, ji ber giraniya birîna xwe, li nexweşxaneya beşa lezgîn a Silêmaniyê jiyana xwe ji dest da.

Tundiya ku ji aliyê çekdarên PDK’ê ve tê meşandin, rastî şermezarkirina şandeya NY ya alîkariya Iraqî (UNAMI) hat.

UNAMI bi daxuyaniyekê banga destpêkirina lêpirsîn û cezakirina bi temamî ya êrîşkeran kir.

Komîteya Ewlehî ya Bilind jî qedexeya veguhestinê di navbera navenda parêzgeha Silêmanî û navçeyên wê de ragihand.

Ew jî ji şeva Sêşemê û heta rojekê wê sepandî be.

Heta niha di encama xwepêşandanên li dijî rewşa aborî de, 7 xwepêşander hatine kuştin û bi dehan birîndar bûne.

Back to top button