Greva birçîbûnê bi koma 3 û di roja 13 de li dar e

Greva birçîbûnê ya ji bo şikandina tecrîda li ser Rêber Ocalan û li dijî binpêkirinên li girtîgehan hatibû destpêkirin, bi koma 3’yan û di roja 13’an de li dar e.

Çalakiya greva birçîbûnê ku 27’ê Mijdarê ji aliyê girtiyên siyasî ve hatibû destpêkirin, hîna dewam e.

Grev bi dewrgirtina koma 3’an, kete roja xwe ya 13’an.

Komeleya Alîkarî û Piştevaniya Malbatên Girtî û Hikumxwaran (TUHAY-DER) ji bo balê bikişîne ser çalakiya greva biçîbûnê, bi tevlîbûna rêxistinên sivîl ên li Stenbol û Wanê daxuyaniyek da.

Komeleyê daxwaza bidawîkirina tecrîdê û banga piştgiriyê kir.

Back to top button