Meclisa Rêveber a Efrînê bang li rêxistinên navdewletî kir

Ji bo rêgirtina li ber qaçaxiya dewleta Tirk a bi zeyta zeytûnan a Efîrnê, Cîgirê hevserokê Meclisa Rêveber a Herêma Efrînê Îsrafîl Mistefa banga destwerdanê li rêxistinên hiqûqî û mirovî kir.

Îsrafîl teqez kir ku tiştê dewleta Tirk dike, ne sûcekî nû ye û ev yek ji ber bi dîzî, talan û darê zorê tê standin, sûcekî li dijî mirovahiyê ye.

Mistefa destnîşan kir ku dewleta Tirk van kirinên xwe li ber çavê cîhan û civaka mirovî û navneteweyî dike û bang li hemû rêxistinên hiqûqî û mirovî û Konseya Ewlekariyê kir ku destwerdanê bikin û binpêkirinên dagirkeriya Tirk rawestînin.

Back to top button