Di hefteya 12’an de dayîkên gerîla û şehîdan li ber hewldanên şerê navxweyî rabûn

Dayikên gerîla û şehîdan di hefteya 12’an a çalakiyên xwe de, li navçeya Dirbêsiyê ya Kantona Qamişlo daxuyaniyek dan.

Dayîkan vê hefteyê jî balkişandin ser hewldanên PDK’ê yên derxistina şerê navxweyî û diyar kirin ku ew şerê birakujiyê qebûl nakin.

Dayîkan gotin:

Di demekê de ku pêwîst e partiyên kurdî bibin yek, rojane êrîş ji aliyê dijminê wan ve li dijî herêmê têne kirin.

Dayîkan destnîşan kirin ku wan ji bo parastina welat, zarokên xwe feda kirine, lewra ewê hevkariya bi dijmin re li ser xwîna zarokên xwe nepejrînin.

Ji ber vê wê çalakiyên xwe heta ku dengê wan bigihêje hemû aliyên kurdî da ku şer rawestînin, dewam bikin.

Back to top button