KJK: Em ê hesab ji yên ku polîtîkaya destdirêjiyê dimeşînin bipirsin

Koordînasyona Komalên Jinên Kurdistan-KJK’ê derbarê destdirêjiya li zaroka 15 salî daxuyaniyek da û diyar kir destdirêjî polîtîkaya desthilata faşîst a AKP-MHP’ê ye. KJK’ê daz anîn ev polîtîkayeke şerê taybet e û li ser jin û gelê Kurd tê ferzkirin û diyar kir ku ewê hesabê vê yekê bipirsin.

Beriya 3 rojan li navçeya Ker-cewsê ya Êlihê 27 kesên ku di nav wan de leşker, polîs û çete hebûn destdirêjî li zarokeke 15 salî kirin.

Derbarê mijarê de Koordînasyona Komalên Jinên Kurdistan-KJK’ê daxuyaniyek da.

Koordînasyona KJK’ê destdirêjiya li ser keça Kurd şermezarkir û diyarkir ku ev polîtîkayên şerê taybet e û li ser jin û gelê Kurd tê ferzkirin.

KJK’ê got:

“Dewleta Tirk bi vê polîtîkaya destdirêjiyê dixwaze vîn û têkoşîna jinên azad têk bibe.

Helwesta Erdoganê destdirêjîkar û Silêman Soylu vê yekê baş eşkere dike.

Erdogan û Soylu bi van polîtîkayan dixwazin gelê kurd bê-nirx bikin û bê-parastin bihêlin.”

KJK’ê dazanîn ku buyera Ker-cewsê ne-bûyereke şexsî û çend kesan e, ev yek polîtîkayeke dewletê ye û birêka leşker, polîs, cerdewan, kesên rizî vê polîtîkayên biawayekî sîstematîk li Bakûrê Kurdistanê pêk tînin.

KJK’ê diyar kir ku ewê ne tenê ji dewletê, ji hevkar, sîxurên ku piştgiriya polîtîkayên destdirêjiyê yên dewleta Tirk dikin, hesab bipirsin.

KJK’ê bê-dengiya partî û hêzên li Tirkiyê û derve rexne-kir û got:

“Çi kesên ku li dijî van êrîşên destdirêjiyê bêdeng bimîne berpirsê vî tiştî ne. Em bang li hemû kesan dikin ku em têkoşîna li dijî vê yekê de, bibin yek.”

KJK’ê bang li hemû kurdan taybet jî jinan kir ku di çarçoveya pêngava KJK’ê de xwe-biparêzin û bibêje êdî bes e û tecawizê qebûl neke.

Back to top button