Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand ku îro 66 kesên din bi vîrusa Coronayê ketin û 14 kesan jî jiyana xwe ji dest da.
Li gorî Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Dr. Ciwan Mistefa 66 kes li herêmê bi vîrusa Coronayê ketin û 14 jiyana xwe ji dest da.
Dr. Ciwan Mistefa diyar kir ku rewşa kesên ku pêketibûn jî baş bû.
Mistefa piştraskir ku, kesên bi vîrusa ketine, 37 mêr û 29 jin in.
Li gorî daneyên dawî, hejmara pêkhateyên vîrusa Coronayê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê gihişt 7 hezar û 322 kesan, 224 kes mirine û hezar û 63 kes jî baş bûne.