Berxwedana xelkê Şengalê di roja 8’an de didome

Çalakiya ku xelkê Şengalê ya ku bi dirûşmeya “Em hemû asayîş in” hatiye destpêkirin di roja xwe ya 8’an de dewam dike.

Welatiyên Şengalê di çarçoveya çalakiyên dijî peymana dagirkirina Şengalê de, bi armanca piştgiriya Asayîşa Êzidxanê, li pêşiya avahiya Navenda Asayîşa Şengalê kon vedane.

Di roja 8’emîn de komelga Guhbel û Zorava çalakî dewr girtin.

Xelkê Şengalê kom bi kom serdana konên çalakiyê dikin û piştgiriya xwe ya ji bo çalakiyê tînin ziman.

Heta niha xelkê Şengalê bi gelek çalakiyan daxwazên xwe di çerçoveya xweseriya Şengalê de ku îradeya Êzidiya bê naskirin pêşkêşî hikûmeta Iraqê kirine, lê heta niha ji rayeder û hikûmeta Iraqê bersiveke erênî nehatiye dayîn.

Back to top button