Meclisa Tirbespiyê: Komploya li dijî Şengalê li dijî hebûna Kurdan e

Şêniyên navçeya Tirbespiyê û Malbata Şehîdan li herêma Cizîrê bi daxuyaniyên Cuda, peymana dagirkirina Şengalê di navbera hikumeta Iraqê û PDK’ê de bi daxuyanîyan şermezar kirin.

Meclisa Tirbespiyê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku Komploya li dijî Şengalê berdewama komployên navneteweyî yên li dijî hebûna gelê Kurd e.

Hat destnîşan kir ku peymana di navbera PDK û Bexdayê de li dijî berjewendiya gelê Kurd e.

Malbatên Şehîdan: Divê hêzên Kurdistanî erkên xwe yên dîrokî pêk bînin

Malbatên Şehîdan ya herêmê Cizîrê jî bi daxuyaniyek plana li ser Şengalê şermezar kir û diyar kir ku divê hêzên siyasî yên Kurdistanê erkên xwe yên dîrokî pêk bînin, rê nedin ku rewşa li Şengalê dijwartir bibe.

Hat gotin ku ew li kêleka civaka êzidî ne û banga rawestandina komployên li dijî gelê Şengalê û piştgirîya Rêveberiya Xweseriya Şengalê, kirin.

Back to top button