Dewleta Tirk ji 3 nuqteyên leşkerî yên li Idlibê vekşiya

Artêşa Tirk a dagirker, ji 3 nuqteyên din ên ku hêzên hikumeta Şamê dorpêç kiribûn, vekişiya.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand, ku artêşa Tirk ji nuqteya Serman a li Idlibê, nuqteyên Xan Toman û Raşidîn ên li Helebê vekişiya.

Li gorî heman çavkaniyê artêşa Tirk nuqteyên xwe li taxa Sîna’a ya rojhilatê bajarê Seraqibê jî vala kirin û alavên leşkerî ber bi gundê Riwêha yê li Cebel-El-Zawiye yê başûrê Idlibê ve birin.

Vekişîna hêzên dewleta Tirk piştî 10 rojan ji valakirina nuqteyên çavdêriyê yên berê, ku di bin serweriya hêzên hikumeta Şamê de bûn, pêk hat.

Cotmeha borî, artêşa Tirk a dagirker, ji 12 nuqteyên xwe yên li Hemayê, vekişiya.

Back to top button