Ciwanek din li Silêmaniyê hat kuştin û 3 birîndar bûn

Hêrsa gelê Başûrê Kurdistanê ya li dijî qeyrana aborî û siyasî û gendeliyê bilindtir dibe, herî dawî li Erbet û Helebce xwepêşandanan dest pê kir û ciwanek hate kuştin.

Li bajarê Helebce û bajarokê Erbet ê Silêmaniyê, duh di saetên şevê de, xwepêşandan pêk hatin.

Di dema xwepêşandanê de, ciwanek bi guleyên hêzên ewlehiyê hate kuştin û 3 xwepêşander jî birîndar bûn.

Ji ber tundiya li dijî xwpêşandanên li Başûrê Kurdistanê, heta niha 8 kes hatine kuştin û bi dehan kes jî birîndar bûne.

PDK’ê li herêmên mîna Şarezûr û Balekayetî jî dest bi girtin û binçavkirinan kiriye.

Back to top button