Berpirsa Meclisa Şengal Neam Bedel û Hevseroka Meclisa Demokratîk a Şengalê Xezal Reşo nerazîbûna xwe derbarê peymana Bexda-PDK’ê ya li ser Şengalê da û diyar kir ku bi vê peymanê dixwazin destkeftiyên Şengalê tune bikin. Êzidiyên navçeya Tirbespiyê û ciwanên şoreşger ên Bakur û Rojhilatê Sûrî li Qamişlo jî ev peyam red kir û teqez kir ku tene ji mafê Êzidiyan e, çarenûsa xwe diyar bikin.
https://anfkurdi.com/kurdistan/bi-peymana-Sengale-dixwazin-destkeftiyen-kurdan-tine-bikin-135907
Peymana Bexda-PDK’ê ya li ser Şengalê, ji ber ne rewa ye, her û her rastî nerazîbûnan tê.
Ev peymana ku bi mebesta jihevxistina xweseriya Şengalê hatiye gerandin, di 9 Cotmehê bi destê Tirkiye, Bexda û PDK hat îmzekirin.
Hevseroka Meclisa Demokratîk a Şengalê Xezal Reşo nerazîbûna xwe derbarê peyamê nîşan da, ku bi vê peymanê dixwazin destkeftiyên Êzidiyan tune bikin û fermaneke nû li ser xelkên Şengalê biqewimînin.
Xezal Reşo teqez kir ku daxwaza wan, weke her gelekî li ser rûyê erdê, ew e ku bi awayekî azad û bi mafê xwe bijîn.
Berpirsa Meclisa Şengalê Neam Bedel jî berxwedana civaka Êzidî pîroz kir û bang li hemû dewletan kir û got:
“Eger hûn dixwazin bo Êzidiyan tiştekî bikin, bi xelkên Şengalê re rûnên û guh bidin êşên wan, wê demê hûn ê bizanin çi li Şengalê bûye.”
Êzidiyên Terbespiyê: Tenê ji mafê Êzidiyan e, çarenûsa xwe diyar bikin
Di heman çarçoveyê de, Êzidiyên navçeya Tirbespiyê peymana PDK’ê û Bexdayê red kir û teqez kir ku tene ji mafê Êzidiyan e, çarenûsa xwe diyar bikin.
Bi heman armancê, ciwanên şoreşger ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî, li dijî plana li ser şengalê, li Qamişlo meşek li dar xist.