Hikûmeta Fransî bi armanca rêxistinkirina hîmên komarê projeqanûnek der kir

Hikûmeta Fransî bi armanca rêxistinkirina hîmên komarê, her wiha tengkirina çarçoveya Îslama siyasî û tevgera tundrewan, projeqanûnek der kir. Projeqanûn, dê sala bê li parlalmenê bê gengeşekirin.

Piştî êrîşên terorane ku li Fransayê pêk hatibûn, a dawî dest bi operasyonên têkbirina tevgerên tundrewan kiriye.

Meclisa Wezîrên Fransayê duh bi serpereştiya serokê welêt Emmanuel Macrok biryara projeqanûna têkbirina Îslama Siyasî da.

Projeqanûna ku ji 54 bendan pêk tê, dê destpêka sala 2021’ê li parlamenê bê nîqaşkirin.

Ev projeqanûn, çavdêriya komele, saziyên Îslamî û beherînerên peyama tundrew dike.

Her wiha parastina keç, jin û temenbiçûkan dabîn dike û cezakirin kesên ku fişaran li wan bike yan bi zorê digel jinan bizewice jî digire nava xwe.

Serokwezîrê Fransî Jean Castex “CÊN KÊSTÊKS” di vê derbarê de da xuyakirin ku ev projeqanûn, hîmên Fransayê xurt dike, ne li dijî olan e, belê hizirê qirêj ê tundrew armanc dike.

Castex dibêje:

“Dijminê Fransayê, îdeolojiya Îslama radîkal e.

Armanca vê îdeolojiyê, parçekirina Fransayê ye.”

Ev biryar di demekê de tê ku, asta bûyerên tundrewiyê li welat bilind bûye, nemaze piştî serjêkirina mamosteyekî Frnanî û kuştina 3 kesên din li bajarê Nice, hat.

Di çarçoveya rêkarên rûbirûbûna tevgera tundrewan jî de, Wezîrê Karên Hundir Gérald Darmanin diyar kir ku tevgerên Îslama Siyasî piştgiriya xwe ji der ve digirin û ew ê di rêya vê projeqanûnê re, çavdêriya her destekeke darayî bo navendên olê bikin.

Gérald Darmanin anî zimên ku, ji bo rêxistinkirina hîmên komarê, dê karmendên dewletê ji hilgirtina sembolên olî bên qedexekirin.

Projeqanûn di dema serweriya Macron de, weke bersivekê bo metirsiyên Fransiyan ji kirinên tundrewan e, lê belê desthilat bitirs e ku bibe sedema xwepêşandanên hundir û derve.

Berî niha, hikûmeta Fransî di çarçoveya têkbirina tundrewiyê de, 400 komele, mizgeft, holên werzîşê û gelek malperên elektronîk ên tundrewn girtibûn.

Back to top button