Çalakiya Şengaliyan di roja 9. De li dar e

Çalakiya ku xelkê Şengalê bi armanca destekdayîna Asayîşa Êzidxanê daye destpêkirin, di roja 9. de li dar e.

Çalakî bi dirûşmeya “Em hemû Asayîş in, Asayîşa me rûmeta me ye” li pêşiya Navenda Asayîşa Şengalê pêk tê.

Çalakî di roja 9. de ji aliyên komên nû yên komelgehên Borik û Duhola hat dewrgirtin.

Çalakiya xelkên Şengalê ku 2 Kanûnê li dijî peymana Bexda û PDK’ê ya li ser Şengalê dest pê kiriye.

Xelkên herêmê bi gelek çalakiyan, daxwazên xwe di çerçoveya xweseriya Şengalê de, ku vîna Êzidiyan bê naskirin, pêşkêşî hikûmeta Iraqê kirine, lê heta niha ji rayedar û hikûmeta Iraqê, bersiveke erênî nehatiye.

Back to top button