Girtan stranên Kurdî gotin ceza li wan hat birîn

Li girtîgehên Bakurê Kurdistan û Tirkiyê binpêkirinên der heqê girtiyan duqat bûne. Girtiyên ku ev 14 roj di greva birçîbûnê de ne, ji ber stranên Kurdî gotine, cezayê peywendiyan li wan birîn.

Li gorî agahiyan, 26ê Mijdarê ji bo girtî Sîbel Kaya, Nûrcan Ersoz, Ayfer Başlig û Mûlkiye Dogan ên stranên Kurdî gotine û govend gerandine, lêpirsîn hat destpêkirin.

Bi hinceta “govend gerandin, bi zimanekî neyê famkirin strane” ji aliyê rêveberiya girtîgehê ve, cezayê peywendiyan li wan hat birîn.

Ji bo Gurbet Ceylan û Leyla Saraç û girtiyên din ên li Girtîgeha Tîpa M a Baybûrtê ku di greva birçîbûnê ya bê dem û bidorveger de ne, ceza hat birîn.

Endamê Meclisa HDP’ê Ercan Oguz hat girtin

Li aliyê din jî, Endamê Meclisa HDP’ê Ercan Oguz ku beriya 2 rojan hatibû binçavkirin li navçeya Cizîrê ya Şirnexê bi hinceta tewana “endamtiya rêxistinê” hat girtin.

Back to top button