Waşington wê qada qanûna Qeyser fereh bike

Amerîka hewl dide qada ferzkirina qanûna Qeyser a li ser Sûriyê fireh bike û cezayan li hinek aliyên Rûsî jî di nav de; aliyên ne Sûrî jî bisepîne.

Nûnerê Amerîka yê Karûbarên Sûriyê Joel Rayburn di civîna parlamena Amerîka ya têkildarî ferzkirina qanûna Qeyser de, anî ziman “welatê wî wê di pêşerojê de cezayên Qeyser li kesên ne Sûrî jî ferz bike.”

Rayburn bi bîr xist “dibe ev qanûn kes û aliyên Rûsî jî bigire dest û armanc jî, bêparkirina Beşar El-Esad ji desteka biyanî”

Berpirsê Amerîkî da zanîn “bêyî çareseriya siyasî, tu alîkariyên jinûve-avakirinê ji Sûriyê re nayên pêşkêşkirin.”

Berî niha, gelek kesayet û rayedarên Sûrî yên têkiliya xwe yekser bi hikumeta Şamê û Beşar EL Essed re hebûn, rastî cezayên vê qanûnê hatin.

Back to top button