Biryara karkerên Rêveberiya Xweser amade ye

Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojihlatê Sûrî Ebid Hamid El-Mihbaş diyar kir ku biryara karkeran ji aliyê qanûnî û reveberî, amade ye.

El-Mihbaş diyar kir ku niha qanûn ji herdu aliyan ve bi dawî bûye, tenê aliyê darayî maye, ew jî niha tê nîqaşkirin.

Li gorî Mihbaş, biryar bi temamî dê di rojên bê de were ragihandin.

Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser bi bîr xist jî ku wê ev biryar destpêka sala nû, bikeve pratîkê.

Back to top button