Meclîsa Jinan a Den Haagê ya Hollandayê ji bo darizandina dîktatorê Tirk Erdogan îmze kom kir.
Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) kampanyayeke bi navê ‘Ji bo darizandina dîktator 100 sedem’ dabû destpêkirin.
Li Den Haahê jinên Kurd li ber şaredariyê, stand vekirin û îmze kom kirin.
Jinan li dijî destrêjiya li Kercewsê jî doz vekirin.
Kampanya îmzeyan li ser malpera Enternêtê didome.
TJK-E wê di çarçoveya kampanyayê de di 10’ê Kanûnê de li pêşiya Konseya Ewropayê û li pêşiya Parlementoya Berlînê ya Elmanyayê û di 12’ê Kanûnê de jî wê li Baselê çalakiyên girseyî li dar bixe.