Rêxistinên Civaka Sivîl ên Minbic, Reqa û Tebqa êrîşên dewleta Tirk şermezar kirin

Nerazîbûnên xelkên herêmên bakur û rojhilatê Sûrî li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê zêde dibin.
Îro Rêxistinên Civaka Sivîl ên Minbic, Tebqa û Reqayê bi daxuyaniyan êrişên dewleta Tirk şermezar kir.
Di daxuyaniyan de bang li hêzên navnetewî hat kirin ku rê li pêşiya êrişên dewleta Tirk ên hovane bigirin.

Li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker li ser hermên bakur û rojhilatê Sûrî çalakiyên xelkê herêmê li dar in.

Di vê çarçoveyê de Rêxistina Civaka Sivîl a Minbicê daxuyaniyek da û êrîşên dewleta Tirk yên li ser herêmê şermezar kir.

Endamên rêxistinên parêzer, endezyar, rewşenbîr û bijîşkan tevli xwendina daxuyaniyê bûn.

Rêxistinê destnîşan kir ku dewleta Tirk ji bo pêkanîna xewna Osmanî rêgeza kuştin, wêranî, dagirkirin û guhertina demografiya herêman didomîne.

Rêxistinê diyar kir ku dewleta Tirk tevahiya qanûnên navneteweyî û lihevkirinên agirbestê binpê dike.

Rêxistina Civaka Sivîl a Tebqayê jî bi heman armancê daxuyaniyek li pêşiya avahiya rêxistinê da û got,

Dewleta Tirk ji çend rojan ve li pêşiya çavê hêzên Rûsyayê êrişî navçeyê Eyn Îsayê dike.

Di encamê de gelek sivîl hatine kuştin û gelek ji wan jî koçber bûn e.

Dewleta Tirk bi van êrişên xwe tevahiya qanûnên navneteweyî binpê dike.

Bi heman armancê Rêxistina Civaka Sivîl a Reqayê jî daxuyaniyek da û êrîşên dewleta Tirk li ser herêmê şermezar kir.

Rêxistinê bang li dewletên cîhanê kir ku rê li pêşiya êrişên dewleta Tirk ên hovane û çeteyên wê bigirin.

Bêdengiya civaka navneteweyî li hemberî êrîşan hat şermezarkirin

Yekitiya Jinên Ciwan û Tevgera Ciwanên Şoreşger a bajarê Minbicê jî bi heman armancê daxuyaniyek da.

Ciwanan bêdengiya navneteweyî ya li hemberî êrîşên dewleta Tirk li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrî de şermezar kirin.

Back to top button