“Bila daxwazên girtiyan bi cih bên anîn”

Komeleya Piştevaniya Malbatên Girtiyan TUAY-DER’ê bi daxuyaniyê diyar kir ku tecrîda li Îmraliyê bandor li hemû civakê kiriye û xwest daxwazên gitiyên ku di çalakiyên greva birçûbûnê de ne, bi cih werin anîn.

Komeleya Piştevaniya Malbatên Girtiyan (TUAY-DER) a Amedê, derbarê çalakiya grevên birçîbûnê, li ber Girtîgeha Tîpa D a Amedê daxuyanî da çapemeniyê.

Di daxuyaniyê de endamê TUAY-DER’ê Mehmet Ûzel axivî, diyar kir ku li dijî bêhiqûqiyan, girtiyan çalakiyên greva birçîbûnê dest pê kirine.

Ûzel, da zanîn ku bi-dewamkirina tecrîd û meşandina pêkanînên Rewşa Awarte re daxwaza edaletê bi dengekî bilindtir tê ziman û weha got:

“Bi pêvajoya pandemiyê re, tecrîda mûtleq li girtîgehan dest pê kir.
Di 2020’an de nêzî 40 girtiyan jiyana xwe ji dest daye û bi dehan girtiyên nexweş jî bi hinceta pandemiyê nayên dermankirin û tên tecrîdkirin.
Binpêkirinên mafan ên li girtîgehan zêdetir dibin. ”

TUAY-DER’ê diyar kir ku tecrîda li Îmraliyê bandor li hemû civakê kiriye û xwest daxwazên gitiyên ku di çalakiyên greva birçûbûnê de ne, bi cih bên anîn.

Back to top button