​​​​​​​Li bajarê Serêkaniyê yê dagirkirî erebeyek bombebarkirî teqiya

Li bajarê Serêkaniyê yê dagirkirî di encama teqîna Erebeyeke bombebarkirî, di nav de 3 leşkerên Tirk 16 kes hatin kuştin

Li gorî çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan, Erebeyeke bombebarkirî li ser bendeke kontrolê ya çeteyên dewleta Tirk a dagirker li bajarê Serêkaniyê yê dagirkirî teqiya.

Çavdêriyê diyar kir ku di encama teqînê de di nav de 3 leşkerên Tirk 16 kes hatin kuştin û 12 kes jî birîndar bûn.

Back to top button