Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand ku 46 kesên din bi vîrusa Coronayê ketin û kesekî jî jiyana xwe ji dest da.
Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand ku 46 kes li herêmê bi vîrusa Coronayê ketin û kesek jiyana xwe ji dest da.
Desteyê diyar kir ku rewşa 3 pêketiyên din baş bûn.
Hat ragihandin kesên bi vîrusa ketine, 26 mêr û 20 jin in.
Qedexeya derketina derve li kampa Waşokanî hat ragihandin
Rêveberiya Kampa Waşokanî biryara qedexeya giştî li ser kampê da.
Qedexe wê ji sibe ve dest pê bike û heta 24’ê vê mehê dewam bike.
Li gorî biryara rêveberiyê xelk dikare ji saet 7’ê sibeha heta 10’ê sibehê tev bigere.