Me xwe di carekê de li çeperên şer yên Qerebaxê dît

Çeteyên dewleta Tirk yên ku dimenên xwe yên li Qerebaxê parvekirî, gotinên serokê xwe Erdogan û yê Azerbeycanê derewand. Tora BBC a beşa Tirkî li ser şandina dewleta tirk a çeteyan ji bo Qerebax û Lîbyayê raporek weşand.

Di rojek ku Serokê Azerbeycanê Îlham Alîev û serokomarê Tirkiyê li Bakuyê serkeftina xwe radigihînin û qala artêşa xwe dikin, çeteyên wê yên li Sûrî wan derewîn derdixe.

Çeteyên Sûrî ku Erdogan ew şandin Qerebaxê dîmenê wan di ajansa Cerablûsê de derket.

Li ser vê yekê BBC derbarê şandina çeteyên dewleta tirk ji Sûrî ber bi Azerbeycanê ve raporek amade kir.

Çeteyan ji BBC re danzanîn ku piştî ew ji maşînê peya bûn, yekser berê wan dan xetên pêş yên şer.

Çeteyan diyar kirin ku ew bi gotina, “wê li xalên kontrolê de bimînin” hatine xapandin û piştî derbasî herêma Qerebaxê bûne ketine şer.

Çeteyan ev yek jî ji bo xwe weke kareke pê debara jiyana xwe dikin tînin ziman.

Çavdêriya Sûrî ya Mafê Mirovan di dema şerê li herêma Qerebaxê de ragihandibû ku nêzî 500 çeteyên ji Sûrî li herêmê hatine kuştin.

Back to top button