Seroka Desteya Rêveber a MSD’ê Îlham Ehmed got, têkildarî peymanên agirbestê de got ku neçarkirina Tirkiyê ku li gorî peymana agirbestê tevbigere berpirsyartiya dewletên garantor e.
Seroka Desteya Rêveber a MSD’ê Îlham Ehmed li ser twîttera xwe got:
“Ji 10 rojan ve rageşiyeke mezin li Til Temir û Eyn Îsayê ji aliyê dewleta Tirk û komên wê rû dide.
Em berpirsyariya neçarkirina Tirkiyê da ku li gorî peymanên agirbest tevbigire hildigirin ser dewletên garantor.”
Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê di demên dawî de êrîşên xwe yên li ser Eyn Îsa, Zirgan û Til Temirê zêde kirin.
QSD’ê di çarçoveya mafên parastina rewa de hewldanên wan ên ketina van deveran têk dibe.