Trump asakirina têkiliyên Mexrib û Îsraîlê ragihand

Piştî Îmarat, Sûdan û Behrênê, Birêveberiya Amerîka asakirina têkiliyên Îsraîl û Mexribê jî ragihand..

Serokê Amerîkayê Donald Trump li ser hesabê xwe yê twîtterê got:

“Îro rojeke din a dîrokî bû…herdu hevalên me yên gewre, Îsraîl û qiraltiya Mexribê, li ser avakirina têkiliyên dîplomatîk li hev kir.

Îro me belgeyek, ku serdestiya Mexribê li ser biyabana rojavayî nas dike, îmze kir.
Pêşniyara Mexirb a ji bo hikumetekî xweser, bingeha tekane ya çareseriya adil û mayînde, ji bo aştiyeke mayînde û geşkirinê ye”.

Berî Mexribê, Îmarat, Sûdan û Behrênê jî têkiliyên xwe bi Îsraîlê re asa kirin, lê ev yek rastî nerazîbûna piranî gelên Ereb hat, di serî de Filistînî.

Back to top button