Karayilan: Heta Rêber Apo azad nebe ne şer diqede ne jî azadî pêk tê

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Murad Karayilan çalakiya gireva birçîbûnê ya li zindanan silav kir û bang li her kesî kir ku li dora vê berxwedana kom bibin, ji ber eger Rêber Ocalan azad nebe, şer û alozî jî naqedin. Ji bo plana li ser Şengalê jî Karayilan bang li PDK kir ku dest ji siyaseta “ne ya min be, çi dibe bila bibe” berde.

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Mûrad Karayilan ji Radyoya Dengê Welat re axivî.

Karayilan mijara greva birçîbûnê girt dest û ew bi pêngava girîng bi nav kir û got:

Dema azadiya Rêber Apo û Kurdistanê hatiye. Divê her kes zanibe ku ne bi vê azadiyê be, dê ne şer biqede û ne gelê Kurd azad bibe.

Bêguman ev ji xweber pêk nayê, lewma pêwîst e her kes di çarçoveya azadiya Rêber Apo de tev bigere.”

Karayilan: Divê her kes li dora berxwedana zindanan bicive

Karayilan çalakiya gireva birçîbûnê ya zindanan silav kir û teqez kir ku divê her kes destekê bide vê çalakiya giranbiha û bi xurtî li dora berxwedana zindanan kom bibe.

Karayilan dubare teqez kir ku tenê bi berxwedanê, wê dawî li êşkenceya li Îmraliyê were.

27’ê Mijdarê, girtiyên PKK û PAJK’ê, li dijî Tecrîda li ser Rêber Ocalan, girêva birçîbûnê da destpêkirin.

Karayilan: Ne tenê pêşengên siyasî, divê yên olî û civakî jî têbikoşin

Karayilan axaftinên xwe der barê peymana PDK-Bexdayê ya li ser Şengalê jî de hebû.

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê dibêje:

Nêzîkatiya dewleta Tirk a li xweseriya Kurdan, li her cihî weke hev e.

Li Şengalê jî bi vî rengî ye. Naxwaze civaka Êzidî xweser bibe. Xweserî di qanûnên Iraq a federal de heye.

Yanî tiştê ku Êzidî dixwazin, ne derveyî qanûnên Iraqê ye.

Karayilan bi bîr xist ku her tim mafê civaka Êzîdî ji aliyê Islamê ve hatiye eciqandin, ji lew re pêwîstî bi hêzeke taybet û xweseriya Şengalê dît.

Li gorî Karayilan, ji bo vê xweseriyê divê ne tenê pêşengên siyasî, belê divê yên olî û civakî jî têbikoşin û bêdeng nemînin.

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Murad Karayilan bang li PDK’ê kir ku êdî dest ji siyaseta “ne ya min be, çi dibe bila bibe” berde.

9 Cotmehê PDK, Bexda û dewleta Tirk planek qirêj a dagirkirina Şengalê îmze kir û dixwazin bi rêya wê xweseriya wê bihelînin.

Back to top button