Helbûsî: Divê hikumeta Hewlêrê xwepêşanderan biparêze

Bi gurrbûna aloziya li Başûrê Kurdistanê re, hikumeta Iraqê dixwaze rewşê keysbaz bike û hin destkeftiyan ji destê kurdan derxe.
Bexda, bang li Hewlêrê dike ku rêzê li mafên mirovan bigire û xwepêşanderan biparêze.
Hewlesta Bexdayê pir baş xuya dike, lê gelo çi li pişt vê helwesê ye?

Aloziya li Başûrê Kurdistanê, li gorî Iraqê bi rêya dayîna tawîzan çareser dibe.

Di civîna Parlamena Iraqê ya beriya 2 rojan de, serokê Parlamenê Mihemed El-Helbûsî bal kişand ser xwepêşandanên li Başûrê Kurdistanê û got:

Divê rêz li mafên mirovan werin girtin û xwepêşander werin parastin.

Daxuyaniya Helbûsî, ku mîna vê helwestê di dema xwepêşandanên li Iraqê de nîşan neda, tê wê wateyê ku hikumeta Bexdayê dikare destwerdanê li karûbarên Başûrê Kurdistanê bike û têkçûna rewşa hindirîn a herêmê keysbaz bike.

Serokwezîrê Başûrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî, li dijî helwesta Bexdayê, di kongreyekî çapemeniyê de axivî û got:

Kêşeya me bi Bexdayê re ,ne ya mûçeyan e, kêşeya me ya sînor, erdnîgarî û çekan e, divê pêngavên erebkirina deverên li derveyê rêveberiya herêmê, rawestin.

Barzanî teqez kir ku hikumeta Bexdayê bi siyaseta birçîbûnê, gefeke rasteqîn li hebûna herêma Başûrê Kurdistanê dixwe.

Daxwaz ji parlamenê jî hat kirin ku hikumeta navendî mûçeyên karmendan rasterast bide wan, bêyî radestî rêveberiya Başûrê Kurdistanê bikin.

Çavdêr dibînin, ji bo çareserkirina pirsgirêkên di navbera Bexda û Hewlêrê de, divê hikumeta Başûr, dest ji 3 dosyayan berde.

Dosyaya yekem, madeya 140 ku mekanîzmeya çareserkirina herêmên binakok, di nav de jî Kerkûk, ji destûra Iraqî were rakirin.

Dosyaya duyem, derbarê têkiliyên bi Amerîka û Îranê re, divê helwesta Hewlêrê ne dûrî ya Bexdayê be, nexasim eger mijar girêdayî vekişîna Amerîka ji Iraqê be.

Dosyaya sêyem jî, Bexda ji Hewlêrê dixwaze dev ji serxwebûna xwe ya darayî berde, mîna deriyên sînorî, derxistin û derhênana petrolê û girêdana peymanan bi dezgehên herêmê û navdewletî re.

Li gorî çavdêran, Bexda bi vê yekê dixwaze herêma Başûrê Kurdistanê di milê aborî de, yekcar girêdayî wê be.

Aloziya li herêma Başûrê Kurdistanê û zêdebûna xwepêşandanan, zextên li ser rêvberiya Başûr girantir dikin, Bexda jî dibêje, eger hûn dixwazin ev rewş bi dawî bibe, werin em li ser van dosyayên navborî li hev bikin.

Gelo Rêvberiya Başûrê Kurdistanê dikare çi bike?

Back to top button