2 BALAFIRÊN ŞER ÊN HINDISTANÊ XISTIN XWARÊ

Artêşa Pakistanê ragihand ku wan 2 balafirên şer ên Hindistanê ji aliyê hêzên asmanî yên wî welatî ve xistin xwarê.

Li gor daxuyaniya Artêşa Pakistanê, balafireke şer a Hindistanê li Keşmîra aliyê Pakistanê û balafireke din jî li Keşîmra aliyê Hindistanê ketine xwarê.

Di encam xistina her du balafiran de 2 pîlot û sivîlekî jiyana xwe ji dest dane.

Berdevkê Hêzên Çekdar ên Pakistanê, General Asif Gafûr jî ragihand ku sedema xistina her du balafiran ji ber ku derbasî qada kontrolê ya Pakistanê bûne, bûne armanca Hêzên Asmanî yên Pakistanê.

Gafûr li ser hesabê xwe yê twîtterê da zanîn ku yek ji wan balafiran li herêma Cammu û Keşmîrê ya di bin kontrola Pakistanê û ya din jî li herêma Keşmîrê ya di bin kontrola Hindistanê de ye ketiye.

Leave a Reply

Back to top button