Ebrû Gunay: Daxwazên dîlgirtiyan daxwazê me ne, divê tecrîd rabe

Berdevka Partiya Demokratîk a Gelan-HDP’ê Ebrû Gunay, bal kişand ser berxwedana zindanan a li dijî tecrîdê û got, “Daxwaza wan daxwaza me ye. Em ê li hember vê bangê bêdeng nemînin.”

Çalakiya Gireva birçîbûnê ya dîlgirtiyên PKK û PAJK’ê di gîrtîgehên Tirkiyê de ji bo azadiya Rêber Ocalan dane destpêkirin di roja xwe ya 15’emnd e didome.

Berdevka Partiya Demokratîk a Gelan-HDP’ê Ebrû Gunay li navenda giştî ya partiya xwe derbarê tecrîd û gireva birçîbûnê ya li zîndanan daxuyaniyek da.

Ebrû Gunay bi bîr xist ku Rêber Ocalan 22 sal in bi awayê girankirî tê tecrîd kirin û got:

“Ger ku desthilata Tirkiyê dixwaze ji qirîsa siyasî û aborî xilas bibe divê tecrîda li ser Ocalan rake.

Rêya derketina ji vê rewşê bidawîkirina tecrîda li ser Birêz Ocalan e, çareseriya pirsgirêkan bi rêya diyalog û danûstandinan e.”

Gunaya balkişand li ser gireva birçîbûnê ya li zîndanan jî û daxuyakirin ew piştgiriyê didin çalakiya dîlgirtiyan. Daxwazê girtiyên di girevê de daxwaza me ye jî.Em ê li hember vê bangê bêdeng nemînin:

Berdevka HDP’ê diyar kir ku desthilata AKP-HMP’ê tirkiyê vegûherandine girtîgehekî serevekirî.

Ebrû Gunay got:

“Îro bi hezaran mirov ji ber fikrê xwe bi rengekî bêguneh girtî ne. Rewşa li girtîgehan xerabtir dibe. Grevên birçîbûnê yên li girtîgehan dest pê kirin ji bo bidawîkirina tecrîdkirina Birêz Ocalan . AKP li Îmraliyê hiqûqê û pîvanên mafên mirovan nas nake. Hem qanûnên xwe hem jî qanûnên navneteweyî ji nedîtî ve tê. Ev siyaset nema dimeşe û ne jî tê qebûl kirin.”

Girtiyên TKP-ML greva birçîbûnê ya 5 rojan ragihand

Her wiha Girtiyên TKP-ML’î jî ji bo piştgiriyê bidin çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyên PKK û PJAK’ê, greva 5 rojan ragihandin.

Back to top button