Nesrulah Sûrçî: Dewleta Tirk bi hehaneya PKK’ê dixwaze axa Başûr dagir bike

Rêveberê Giştî yê Malbenda 20’an a Qereçox ê YNK ya Navçeya Mexmûrê Nesrulah Sûrçî diyar kir, ku dewleta Tirk bi hinceta ku şerê PKK’ê dike, dixwaze axa Başûrê Kurdistanê dagir bike.

Sûrçî destnîşn kir ku PDK’e ji bo berjewendiyên xwe yên rojane, hemû dewlemendiya Başûrê Kurdistanê pêşkêşî dewleta Tirk dike û ji ber vê jî îro Enqere bi hêsanî dikare bikeve nava axa Başûr û wê dagir bike.

Sûrçî her wiha da xuyakirin ku PDK’e bi rêya hêzên “Roj” dixwaze derbasî nava axa Rojavayê Kurdistanê bibe û aramiya herêmê xerab bike.

Li gorî Rêveberê Giştî yê Malbenda 20’an a Qereçoxê, yekane rêya çareseriyê, kongreya netewî ye, lewma bang li gelê Kurd û partiyên siyasî kir ku di demeke nêz de, kongreya netewî li dar bixin.

Back to top button