Hêzên hikûmeta Şamê deverên Cebel El-Zawiyê û Sehl El-Xab dan ber topan

Hêzên hikûmeta Şamê, duh deverên Cebel El- Zawiye û Sehl El-Xab dan ber topan.

Li gorî agahiyên Çavdêriya Mafê Mirovan a Sûrî, duh derengî şevê hêzên hikûmeta Şamê, deverên Cebel El- Zawiye û Sehl El-Xab bi mûşekan topbaran kirin.

Çavdêriyê her wiha diyar kir ku duh li başûrê Idlibê jî, deverên qaşo bêçek, rastî topbaranên hikûmeta Şamê hatibûn.

20 maşîneyên leşkerî yên Tirkiyê derbasî Idlibê bûn

Li aliyekî din, çavdêriyê diyar kir ku 20 maşîneyên leşkerî yên Tirkiyê, di dergeha Kefer Losîn re, derbasî Idlibê bûn û bi vê yekê, ji Adarê û heta niha, 10 hezar û 945 maşîne derbas bûne.

Back to top button