Miclisa jinan a PYD’ê têkildarî hevjiyana azad û malbata demokrat panelek lidarxistin

Meclisa Jinan a PYD’ê li bajarê Helebê panelek li ser hevjiyana azad û malbata demokrat li dar xist.

Di çarçoveya rêzeçalakiyên pêngava “Ji kuştina jinan re êdî bes e” Meclisa Jinan a PYD’ê li taxa Şêxmeqsûd ya bajarê Helebê panelek li dar xist.

Panel li hola civînan bi beşdariya nûnerên saziyên civaka sivîl û kesayetên serbixwe pêk hat.

Endama Meclisa Giştî ya PYD`ê Emîn Elîko û Endama rêveber a PYD’ê Nêrgiz Bekir mijarên panelê “Hevjiyana azad û malbata demokratîk” şîrove kirin.

Di panelê de behsa bandora demokratiyê li avakirina sîstemeke demokrat ku mafên hemû ferdên malbatê mîsoger dike, hate kirin.

Piştra beşdaran têkildarî hevjiyana azad de nêrînên xwe parve kirin.

Back to top button