Piştî du sal û nîvan Rûken û Heyfa, li beramberî standina fidiyê hatin berdan

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê piştî du sal û nîvan ji revandin, êşkencekirin û hovîtiyê, Rûken û Heyfa jî li beramberî standina fidiyê hatin berdan.

Piştî du sal û nîvan ji revandin, êşkencekirin û hovîtiyê Rûken û Heyfa hatin berdan.

Rêxistina Mafê Mirovan a Efrînê, ragihand ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên xwe Rûken Mile Mihemed tevî ku ducanî bû, di 6’ê Îlona 2018’an de revandibûn.

Li gorî çavkaniyan jî Rûken bi her cure tundî û êşkenceya dagirkeran rû bi rû ma û zaroka xwe di girtîgehê de di nava şert û mercên zehmet de jidayîk bûbû.

Rêxistinê her wiha ragihand ku Heyfa Casêm jî 18’ê Adara 2018’an hatibû revandin.

Dîmenê her du jinan jî 29’ê Gulana 2019’an dema sergirtina girtîgeha çeteyên El-Hemzatê de hatin eşkere kirin.

Herî dawî jî Rûken û Heyfa hatin berdan, lê çarenûsa bi hezaran jinên Efrînî hîna jî nediyar e.

Back to top button