Li gundewarê rojhilatê Dêra Zorê 3 çete hatin girtin

Hêzên Ewlekariyê li rojhilatê Dêra Zorê di operasyonekê de, 3 çeteyên DAIŞ’ê girtin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya QSD’ê têkildarî mijarê daxuyaniyek da.

QSD’ê ragihand ku 10’ê Kanûnê, hêzên ewlekariyê li bajarokên Teyane û El-Şihêl ên rojhilatê Dêrazorê, li dijî şaneyên veşartî yên DAIŞ’ê operasyonek li dar xist.

Hat gotin di operasyonê de çeteyên DAIŞ’ê yên bi navên Ziyad Subhî El-Emîn, Mihemed Muhsin El-Sitam û Faris Mûsa El-Selebî hatin girtin.

Back to top button