Şervanê HRE’ê Ebdulhemîd Îsmaîl li Şehbayê hat oxirkirin

Bi sedan ji şêniyên Efrîn û Şehbayê bi merasîmekê cenazeyê şervanê Hêzên Rizgariya Efrînê Ebdulhemîd Îsmaîl oxir kir.

Şervanê Hêzên Rizgariya Efrînê Ebdulhemîd Îsmaîl di qonaxa duyemîn a Berxwedana Serdemê de şehîd bû.

Bi sedan ji şêniyên Efrîn û Şehbayê ji bo oxirkirina cenazeyê şehîd merasîmek li dar xist.

Di merasîmê de li ser navê Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Efrînê û Meclisa Kantona Şehbayê axaftin hatin kirin.

Kesên axivîn soza şopandina rêya şehîdan da.

Piştre nasnameya şehîd hat xwendin û radestî malbata wî hat kirin.

Ji bo veşartina cenazeyê şehîd jî girseya gel ber bi bajarokê Um Hoşê ve rê ket û li wir şehîd hat veşartin.

Back to top button