Jinên li Şehbayê: Rêveberiya Xweser berjewendiyên gel bingeh digre

Jinên ku li Kantona Şehbayê dijîn têkildarî alîkariya Rêveberiya Xweser dan zanîn ku tevî dorpêça hikumeta Şamê ew hewil didin debara jiyana xwe bikin. Jinan gotin:”Tevî ku em di rewşên zehmet de dijîn û dorpêç jî heye, Rêveberiya Xweser pêdîviyên me yên sereke peyda dike. Rêveberiya Xweser berjewendiyên gel bingeh digire. “

Aloziya li Sûrî dibe sedem ku gelên li wir dijîn bi rewşên aborî yên dijwar re rû bi rû bimînin.

Vê rewşê gelek zirar gihandine mirovan.

Heta niha pêdiviyên sereke yên jiyanê mîna nan li wan herêman bi zor tên peydakirin.

Herêma Şehbayê jî ji aliyê hikumeta Şamê ve hatiye dorpêçkirin.

Tevî dorpêçê, Rêvebriya Xweser bi derfetên xwe yên kêm nanê rojane ji gel re peyda dike.

Têkildarî mijarê jinên ku li Kantona Şehbayê dijîn, derbarê alîkariya Rêveberiya Xweser de axivîn.

Jina bi navê Heyfa Elî ku ji niştecihên Kantona Şehba ye û li navçeya Fafînê dijî bal kişand ser alîkariya Rêveberiya Xweser a tevî dorpêça.

Jina bi navê Meryem Henan ku ji koçberên Efrînê ye û li navçeya Fafîn a Şehbayê bi cih bûye da zanîn ku li herêmên hikumeta Şamû gelek kes bi buhayên pir bilind nan dikirin.

Back to top button