Di xwepêşandana li Kelarê de 3 rojnameger hatin binçavkirin

Di xwepêşandana îro ya li navçeya Kelar a Germiyanê de 3 rojnamegerên ku xwepêşandan dişopandin hatin binçavkirin. Sendîkaya Rojnamegerî binçavkirina rojnamegeran şermezar kir.

Ji ber şopandina xwepêşandana îro ya li navçeya Kelar a Germiyan a ji bo maf û edaletê nûçegihanê Kanala Peyam Hewar Mihemed, kamarevanê heman kanalî Ako Cuma û nûçegihanê Radyoya Deng Mihemed Mehmûd hatin binçavkirin.

Berpirsê Şaxê Sendîkaya Rojnamegerî ya Kurdistanê Dilêr Kerîm têkildarî binçavkirina rojnamegeran ji Rojnews’ê re axivî û got;”Em bi tundî binçavkirina rojnamegeran şermezar dikin.

Em nêzîkbûna hêzên ewlehiyê ya li beramberî rojnamegeran nerewa dibînin. Ji ber ku erka rojnamegeran şopandina bûyer û gihandina rastiyane.”

Nûçegihan û kamerevanên Kanala Peyam hatin berdan, lê hîn nûçegihanê Radyoya Deng di bin çavan de ye.

Back to top button