
Li derdora Eyn Îsayê dîsa topbaran hebû û artêşa dagirker û hovên xwe hewl da derbasî gundekî navçeyê bibin.
Dagirkeran bi tank û êrîşan, xwest derbasî gundê mezra’a yê li ser rêya M4 bibin.
Lê şervanên QSD’ê di çarçoveya mafê parastina rewa de, bersiva êrîşan da û di encamê de kuştî û birindarên çeteyan çêbûn.
Gundên Meranaz û Alqemiyê yên navçeya Şera ya Efrînê jî, bi çekên giran ji aliyê artêşa dagirker ve hatin topbarankirin.
Derbarê ziyanên van êrîşan de, ti agahî bi dest neketin.