Îran bertek nîşanî “helbesta” Erdogan da û gazî balyozê wê kir

Piştî daxuyaniyên Erdogan ên li Bakûyê, Wezareta Derve ya Îranê gazî balyozê Tirkiyê yê li Tehranê kir.

Wezaretê daxuyaniyên Erdogan red kir û weke destwerdana li kar û barên Îranê bi nav kir.

Li gorî wezaretê, Tehran wê nehêle tu alî, yekîtiya xaka wê bike armanc û ji bo parastina ewlehiya wê ya neteweyî jî, wê bêdeng nemîne.

Wezîrê Derve yê Îranê Cewad Zerîf got:

“Xîtaba Erdogan, nîşaneya qutkirina herêma bakurê Arasê ji welatê wê yê dayîk Îranê ye.

Ma Erdogan fêm nake ku li dijî serxwebûna komara Azerbaycanê diaxive? Tu kes nikare li ser Azerbaycana me ya ezîz biaxive.”

Erdogan Pêncşemê li Bakûya peytext, xîtabek li pêşiya artêşa Azerbaycanê da û helbest avêtin ser herêma Aras.

Back to top button