Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî serdana Tirkiyê bike

Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî dê 17 vê mehê ji bo nîqaşkirina dosyaya ewlehî, av û aboriyê, serdana Tirkiyê bike.

Balyozê Iraqî yê li Enqereyê Hesen El-Cenabî da xuyakirin ku, ji bo rêxweşkirina lihevkirina li ser dosyayên navborî, Wezîrê Derve Fûad Hisên dê berî Kazimî li Tirkiyê be.

Li gorî pêşbîniyên çavdêran, bicîbûna hêzên Tirkî li xaka Iraqê û lihevkirina li ser şerê li dijî PKK’ê, wê li ser maseyê bin.

Hêzeke Tirkiyê heta roja îro li devera Başîqayê dimîne.

Her wiha zêdeyî 20 km di nava sînorê Bakur û Başûrê Kurdistanê de ye û bi behaneya şerê li dijî PKK’ê, deverên sînorî bombebaran dike.

Back to top button